Komeka intiharî ya ser bi DAIŞ`ê li Silêmaniyê hate girtin
Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê, komeka şeş kesî ya terorîstên intiharî yên ser bi DAIŞ`ê ku dil hebûn li vî bajarî û Kerkûkê operasyona terorîstî cih bînin, girtin.
Li gorî rapora malpera nûçeyan a Jiyanê, hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê (Asayiş) bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku komeka şeş kesî ya terorîstên intiharî yên ser bi DAIŞ`ê li Silêmaniyê, di encama operasyoneka van hêzan de hatiye girtin.
Li vê daxuyaniyê hatiye ragihandin ku anegorî agahî û belgeyên bihitbar, ev koma ji derveyî Silêmaniyê derbasî vî parêzgehî bûye û cihanîna çend operasyonên terorîstî yên xwekujiyê li vî bajarî û herwiha Kerkûkê û parêzgeha Diyaliyê plan darêştibû.
Herwiha hatiye ragihandin ku mîrê vê koma terorîst a ser navê Hacî Mus'eb, du komên din ên intiharî jî li Kerkûk û Diyaliyê pêk anîye û ferman daye wan ku ewlehiya wan navçeyan têk bibin û heya dema dawîn bi hêzên ewlehiyê re şerr bikin û paşê xwe biteqînin.
Fermandê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ragihandiye ku operasyona nasîna vê koma terorîstên DAIŞ`ê bi hevkariya hêzên ewlehiya Kerkûk û Diyaliyê cih hatiye.
Anegorî vê nûçê kesên din û hin qaçaxçiyên ku bi awayekî rasterast û nerasterast bi van endamên DAIŞ`ê re hevkarî kirine jî hatine nasîn û girtin.