Kanûn 09, 2018 08:03 Asia/Tehran
  • Nûnerê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê li Parlimana vê herêmê: Qanûna Bingehîn a herêmê ji riya Giştpirsînê va tê pesendkirin

Nûnerê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistana Iraqê li Parlimana vê herêmê destnîşan kir ku Qanûna Bingehîn a Herêmê ji riya Giştpirsîna gelemperî û bi lihevkirina navbera tevahiya partiyan digihêje qonaxa dawiyê û dê were pesendkirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Nûnerê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistana Iraqê li Parlimana vê herêmê, Behmen Kak Evdillah li hevpeyivîna bi malpereka nûçeyan ra ragihand ku Fraksiyona Partiya Dêmokrat li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê wek fraksiyona herî mezin di dora nû ya parlimanê da, ji bo reformkirin û pesendkirina Qanûna Bingehîn a Herêma Kurdistana Iraqê ketiye tevgerê û vî karî wek mijara xwe ya sereke dixe rojeva xwe.

Nûnerê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistana Iraqê li Parlimana vê herêmê her wiha got: Partiya Dêmokrat çaksazî û pesendkirina Qanûna Bingehîn a Herêma Kurdistana Iraqê bi palpiştiya bi pirraniya nûnerên xwe li Parlimanê pêk nayne û ji bo vê mijarê berê xwe dide gotûbêj û lihevkirina navbera partiyên herêmê.

Nûnerê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistana Iraqê li Parlimana vê herêmê her wiha got ku pesendkirin û tambûna Qanûna Bingehîn a Herêma Kurdistana Iraqê hewcedara lidarxistina Giştpirsîna gelemperî li herêmê, ji aliyê Komîsiyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartin û Giştpirsînê ya herêmê ye û Qanûna Bingehîn divê ku piştî pesendkirina li Parlimanê ji aliyê gel va were erêkirin.