Kanûn 05, 2018 16:38 Asia/Tehran
  • YNK Qubad Talebanî bo Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê berbijêr dike

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaza du cîgiran û serokatiyekê di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dike, Tevgera Goranê jî daxwaza Cîgirê Serokê Herêmê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê kiriye.

Li gorî rapora Rûdawê, YNK daxwaza du cîgiran û serokatiyekê dike, yek ji wan Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ye, ku li gorî zanyariyan, berbijêrê wan bo vê postê Qubad Talebanî ye, herwiha bo Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî YNKê du berbijêr hene ku ew jî Hakim Qadir û Derbaz Kosret Resûl in.

YNK herwiha daxwaza Serokê Parlamentoya Kurdistanê jî dike ku bo vê postê jî Bêgerd Talebanî û Rêwas Fayeq berbijêrên vê partiyê ne.

Di nava wezaretên kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî, YNK daxwaza herdu wezaretên Darayî û Pêşmerge kiriye.

Derbarê berbijêrkirina xwe de, Qubad Talebanî li ser twîtera xwe ragihandiye: Min derî li ber ti pêşniyarekê negirtiye, ez li benda gotûbêjên YNKê li gel PDKê me, YNK her erk û berpirsatiyekê bispêre min, ez dê bi cih bînim.