Cotmeh 09, 2018 19:01 Asia/Tehran
  • Sêyemîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Silêmaniyê sibê wê dest pê bibe

Sibê dê 3`yemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê destpê bibe û amadehiyên ji bo festîvalê bi dawî bûn. Hejmareke ji mêvanên ku hatibûn vexwendin, gihîştin bajarê Silêmaniyê.

Li gorî rapora kanala nûçan a Rûdawê, hemû amadekarîyên birêvebirina 3`yemîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Silêmaniyê bi dawî bûn û ew dê sibehê li Salona Huner a Bajarê Silêmaniyê destpê bibe û dê ji bo 7 rojan berdewam be.

Hejmareke mêvanên ku ji bo festîvalê hatibûn vexwendinê jî gihîştin Silêmaniyê û di navbera hefteyeke birêvebirina festîvalê de ji 52 welatan 122 fîlm beşdarî festîvalê bûne.Ew fîlm dê li 3 salonên cuda yên li Sîlêmaniyê werin nîşandan.

Li ser amadehiyên bo festîvalê û ew kesên ku ji bo beşdarîbûna festîvalê gihîştine Silêmaniyê, birêveberê ragihandinê yê 3`yemîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Silêmaniyê Mensûr Cîhanî di daxuyaniyeke xwe ya ji bo Rûdawê de got: “Komek mêvan ji welatên cûrbicûr serdana bajarê Silêmaniyê dikin. Duhî rojnamevanê binavûdeng ê Lubnanê George Kurdahi gihîşt bajarê Silêmaniyê û di heman demê de sînemakarên navdar ên Îranî Mecîd Mecîdî, Mihemed Eslanî, Rewan Bexş Sadiqî û hejmarek mêvanên ji welatên cûbicûr  beşdarî festîvalê dibin.”

Mensûr Cîhanî dibêje: “16 fîlmên girîng ên sînameyê jî, ku li piraniya festîvalên girîng ên cîhanê hatine nîşandan, di vê festîvalê de dê bên nîşandan.”