PDK: Em Berhem Salih qebûl nakin
Serkreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Fazil Mîranî eşkere kir ku partiya wî berbijarkirina Berhem Salih ji bo posta serokomariya Iraqê qebûl nake û got: “Berbijarê me dê ji aliyê serok Barzanî ve were destnîşankirin.”
Serkreterê Polîtburoya PDK, Fazil Mîranî li Pîrmamê beşdarî bangeşeya hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê bû û di daxuyaniyeke rojnamevanîyê de li ser rizamendiya PDKê ya derbarê berbijarkirina Dr. Berhem Salih ji bo postê serokomariya Iraqê de ragihand ku dê berbijarê PDKê hebe û got: “Eger me kak Berhem qebûl bikira, dê berbijarê me tinebûya.”
Mîranî herwiha diyar kir: “Berbijarê me dê ji aliyê serok Barzanî ve were destnîşankirin, piştre hevalên me dê li ser berbijar gotûbêjê bikin û dûvre jî dê li komîsyona Bexdayê were diyarkirin.”
Fazil Mîranî herwiha got ku PDK`ê hêj berbijarê xwe yekalî nekiriye û got: “Gelek nav hene, lê hêj yekalî nebûye.”