Îlon 19, 2018 16:26 Asia/Tehran
  • YNK`ê Berhem Salih weke berbijarê xwe diyar kir

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de vegera Berhem Salih bo nav vê Yekitîyê pesend kir û bi awayekî fermî, Berhem Salih weke berbijarê xwe bo posta serokomariya Iraqê diyar kir.

Çavkanîyên nûçan li Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin ku di civîna îro de, YNK`ê biryara vegera Berhem Salih bo nav vê Yekitîyê pesend kir.

Li gorî raporan,YNK`ê herwiha Berhem Salih bi fermî weke berbijarê xweji bo posta serokomariya Iraqê jî diyar kir.”

Encûmena Serkirdatiya YNKê îro bo gotûbêja ser vegera Berhem Salih bo nav YNK û herwiha diyarkirina berbijarê xwe bo posta serokomariya Iraqê li bajarê Silêmaniyê civînek lidar xistibû.