Tîrmeh 07, 2018 11:55 Asia/Tehran
  • Amerîkayê konsûlxcaneya xwe ya herî mezin li Hewlêrê ava dike

Avabûna konsûlxaneya herî mezin a Amerîkayê li cîhanê bi amadebûna berpirsên amerîkî û iraqî li Hewlêrê dest pê bû.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Sumiriyê, Çavkaniyên dewletî li Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin ku xîmê konsûlxaneya herî mezin a Amerîkayê li cîhanê li Hewlêrê, navenda siyasî ya vê herêmê, hat danîn.

Li vê rêûrismê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û Daglas Sîlîman, balyozê Amerîkayê li Iraqê û serkonsûlê Amerîkayê li Hewlêrê hebûn.

Ev konsûlxane bi rûbera 200 hezar mitrên çarkunc dê li riya sereke ya navbera Hewlêr û bajarokê Pîrmam were avakirin û diravê avakirinê û babetên wê yên ewlehiyê dê bigihêje 600 miliyon dolarî.