Teqîna depoyeke çek û sîlehan li parêzgeha Silêmaniyê
Çavkaniyên herêmî li Herêma kurdistana Iraqê roja îniyê li bara teqîna depoeke çek û sîlehan li yek ji gundên rojhilata parêzgeha Silêmaniyê li bakurê vî welatî agahî dan.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Alam`ê, û ji zarê çavkaniyên herêmî, teqîna depoya çek û slehan li gundê Kurdcanê yê bajarê Ranuyê, çaremîn teqîn e ku li heftiya buhurî li Herêma Kurdistana Iraqê diqewime. Sê teqînên berê li depoyên çek û sîlehan yên hêzên Pêşmerge li parêzgehên Hewlêr, Silêmaniyê û Dihokê qewimîbûn.
Li gorî nûçeyek din, Esîl El-Nuceyfî, parêzgarê Neynewayê bal kişand ser hizûra 700 terorîstên DAIŞ`ê li parêzgehên Neynwa û Selahedînê û têkiliyên wan tev terorîstê hazir li Sûriyê û diyar kir: Terorîstên hanê li veşartîgehên li sînorê her du parêzgehan jiyan dikin.
Di heman demê de, Ehmed Cebûrî fermandê operasyona Neynewayê ragihand: Li encama êrişa nişkêvayî ya DAIŞ`ê ser eşîreta Şemerê ku li 14 kîlûmêtriya bakurê rojava Mûsilê nêzîkî Sûriyê qewimî , du kes ji terorîstan hatin kuştin. Li encama vê êrişê, her wiha zarokekî iraqî hat kuştin û sivîlek jî birîndar bû.
Her wiha di dewama hewldanên Emerîkayê ji bo dewama hizûra eskerî li Iraqê, avakirina avahiya konslxaneya Emerîkayê li Hewlêrê li erdeke 200 hezar mêtrê çarkunc destpê bû.