Tîrmeh 05, 2018 19:39 Asia/Tehran
  • Barzanî: Herêma Kurdistanê amade ye pirsgirêkan bi Iraqê re çareser bike

Herêma Kurdistana Iraqê amade ye pirsgirêkan bi Iraqê re çareser bike. Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iarqê ( PDK) li Selaheddînê ligel Balyozê Japon li Iraqê civiya.

Roja Pênçşemiyê li Selaheddînê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonê li Iraqê, Fomio Iwan, kir.

Li hevdîtinê de ku Konsolê Japonê li Hewlêrê Katsûmî Moriyamo amade bû, Balyozê Japonê li Iraqê spasiya  Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevkar bûne di dema karkirina wî ya wekî Balyozê Japonê.

Balyozê Japonê li Iraqê ku dawî li erk û karên wî yê li Iraqê da hatiye, hêviya berdewamiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe kir. Her wiha bi kurtî li çalakiya kompanyayên Japonê li kerta kehrebe û avê li Herêma Kurdistanê xiste rû.

 Li vê hevdîtinê Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Japonê  kir û sipasiya rola welatê Japonê li Iraqê û cîhanê û hêviya bihêztirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Japonyayê kir.

Rewşa siyasî ya Iraqê ya li piştî hilbijartinê mijareke din a vê hevdîtinê bû û Balyozê Japonê nîgeraniyên xwe û welatê xwe li ser proseya siyasî ya  Iraqê  da xûyanê.

Derbarê proseya siyasî ya Iraqê da Barzanî destnîşan kir ku eger prensîpên beşdariyê li desthilatê werin kivşkirinê û tewafuq li qanûndanînê  û hevsengî li damezrandinan de were berçavgirtin, Herêma Kurdistanê tam amade ye ku alîkariya proseya siyasî ya Iraqê û çareserkirina  pirsgirêkan bike.