Hezîran 24, 2018 18:35 Asia/Tehran
  • Li Silêmaniyê bi sedan kes li dijî artêşa Tirkiyê meşiyan

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Iraqê bereyeke bi navê Bereya Nîştimanî ya Li Dijî Dagirkeriyê xwenîşandanek bi rê ve bir û derbasbûna leşkerên Tirkiyê nav axa Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bereyeke bi navê Bereya Nîştimanî ya Li Dijî Dagirkeriyê bi beşdarbûna çend sed kesan xwenîşandanek li dar xist.

Bereyê diyar kir ku wan xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyê birêxistin kiriye û wan di xwenîşandana duhî derbasbûna leşkerên Tirkiyê ya nav axa Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Xwenîşanderan pankartên wekî "Erdogan xelîfeyê DAIŞ e", "Ti hêz nikare îradeya gel bişikîne" û "Xelkê Kuridtana Iraqê li dijî her dagirkeriya Tirkiyê disekine" hatin rakirin.