May 25, 2018 18:13 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistana Iraqê û Ûrsêtê du peymanên gaz û niftê wajo kirin

Herêma Kurdistana Iraqê û Rûsya du peymanên nû di warê petrol û gazê de îmza kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Her du girêbest di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistana Iraqê û Kompaniya Petrolê ya Rûsya, Rosneftê de hatine îmzakirin.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistana Iraqê, Aştî Hewramî ku li Konfiransa Aborîyê ya Saint Petersburgê beşdar e, di vî warî de ragihand ku wan ligel kompaniya Rosneftê girêbestek ji bo rakêşana boriya gazê li Herêma Kurdistanê îmza kiriye.

Rêveberê Giştî yê Kargêrîya Rosneftê, Îgro Sechin jî ser vê mijarê got, wan li Herêma Kurdistanê dest bi projeya rakêşana boriya gaza xwezayî kiriye.

Îgor Sechin herwiha diyar kir, ku ew dê pêşxistina pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê bidomînin.  Îgor Sechin herwiha got: “Bi destpêkirina projeya berfirehkirina gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê, em bo cara yekem beşdariyê di wê sektorê de dikin, ji ber wê jî karên me bi başî ber bi pêş ve diçin.”