May 23, 2018 19:17 Asia/Tehran
  • Hevdîtina şandîyê Trump digel partîyên nerazî yên kurdên Iraqê

Li gorî gotina berbijarekî hilbijartinan ê Hevalbendîya Gorranê, Bêrt Mek Gork şandîyê taybet ê Trump li hevdîtina digel partîyên kurd ên nerazî li hemberî encamên hilbijartinan, soz da ku piştî hilkolandina encamên hilbijartinan, rêçareyeke bi dilê hemî alîyan raber bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Emîn Bekir îro li civîneke rojnamevanîyê got: Civîna duh a partîyên kurdan ên nerazî li hemberî hilbijartinên parlimanê û şandîyê Donald Trump serokomarê Amerîkayê ku li meqera Tevgera Gorranê li Girê Zergetê li Silêmanîyê hat lidarxistinê, erênî bû.

Li gorî gotina wî, amerîkîyan ragihandin ku nerazîbûna partîyên kurd ên iraqî li hemberî encamên hilbijartinên parlimana vî welatî û sextekarîya li encaman tê digihejin.

Emîn Bekir herwiha got: Şandîyê Trump soz da bi rêka NY encamên hilbijartinên Iraqê hilkolîne û paşê dê rêçareyekê raber bike ku bi dilê hemî alîyan be.

Berbijarê Tevgera Gorranê herwiha got: 6 komên pişkdar li civîna digel Bêrt Mek Gork, nerazîbûna xwe li hemberî encamên hilbijartinan nîşan dan û xwestin ku dengên hilbijartinên parlimana Herêma Kuridstanê bi destan bên hejmartin an hilbijartin careka din bên lidarxistin.

Tevgera Gorran, Hevalbendîya Dêmokirasî û Dadperwerîyê, Komela Islamî, Yekgirtûya Islamî, Bizotineveya Islamî û Partîya Komonîst a Kurdistana Iraqê duh careka din xwestin ku ji ber destwerdan û sextekarîya li encamên hilbijartinan, hilbijartinên parlimana Herêma Kurdistana Iraqê careka din bên lidarxistin.

Wan ragihandin ku heke daxwazên wan têkildarî ibtalkirina encamên hilbijartinên parlimana Herêma Kurdistanê neyên şopandin, ew dê ji pêvajoya sîyasî ya niha derkevin.

Çaremîn dewra hilbijartinên parlimana Iraqê di 12`ê Gulanê de hat lidarxistin ku di encamê de Hevalbendîya Saêrûn bi serokatîya Muqteda Sedir 54 kursî, Al Feth bi serokatîya Hadî Amêrî bi 47 kursîyan, Al Nesr bi serokatîya Heyder Ebadî bi 42 kursîyan di rêza yekem heta sêyem de cî girtin.

Hevalbendîya Dewleta Qanûnê bi serokatîya Nûrî Malikî bi 26 kursîyan, PDK bi serokatîya Mesûd Barzanî bi 24 kursîyan, Al Wetenîye bi serokatîya Eyad Elawî bi 20 kursîyan û Bereya Hikmeya Netewî bi serokatîya Seyîd Emar Hekîm bi 19 kursîyan di rêzên din de cî girtin.

Di vê dewra hilbijartinan de 28 lîste û partîyên sîyasî karîn derbasî parlimanê bibin. 5 komên sîyasî yên Şîe di vê dewrê de bi pêşengîya li hilbijartinan komên herî girîng ji bo pêkanîna hevalbendîya mezin a sîyasî û pêkanîna dewleta bê ya Iraqê ne.