May 20, 2018 13:21 Asia/Tehran
  • YNK li bara serokatiya Herêma Kurdistanê hişyarî da

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) desnîşan kir ku divê biryardayîna ji aliyê partiyên kurdî ser serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê heya berî meha Îlonê bigihêje encamê.

Li gor Kurdpressê, Eendamê Nivîsgeha Siyasî ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê Ednan Muftî li hevpeyvîna bi nûçegihanê malpera SNN re got ku divê partiyên kurdî li rûniştineke lezgîn ser diyarkirina serokê Herêma Kurdistanê biryarê bidin.

Ednan Muftî got: Divê partiyên kurd bi hev re rê bikevin ku  serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji riya dengê xelkê were bijartin an ji riya parlemana Herêmê.

Muftî got: Serokatiya Herêmê meseleke girîng di nav qanûnên herêmê ye ku piştî îstîfakirina serokê wê yê berê Mesûd Barzanî wezîfe û pêsparteyên serokatiyê di navbera serokwezîriyê,  Parleman û teşkîlata dadweriyê hat parvekirin, lê belê piştî hilbijartinên parlemana herêmê li dawiya Îlona tê, ji babeta qanûnî ev rewşa divê nemîne û berî viya divê partiyên kurd mesela serokatiyê safî bikin.