Pêşwaziya Barzanî ji vebûna riya hewayî ya di navbera Hewlêr û Têhranê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê pêşwaziya xwe ji vebûna riya hewayî ya di navbera Hewlêr û Têhranê nîşan da.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê duh sêşemê ragihand ku peywendiyên di navbera Hewlêrê û welatên cînar baş in û ew ji vebûna riya hewayî ya di navbera Hewlêr û Têhranê pêşwaziyê dike.
Konsûlxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê jî ragihand ku ji roja 27ê Nîsanê va dê xebata firokên xeta navbera Têhran û Hewlêrê destpê bibe.
Nêçîrvan Barzanî her wisa li bara hizûra hêzên Pêşmerge li navçên kêşeliser jî bal kişande ser viya ku hîn tu rêketinek li vê barê di navbera Bexda û Hewlêrê îmza nebûye ragihand: Hewlêr bilî piştevaniya ji xebatên Bexdayê bona damezirîna ewlehiyê li navçên kêşeliser , bona qahîmbûna ewlehiya li van navçan her cure hevkariyek qebûl dike.