Nîsan 15, 2018 18:21 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî Komela Islamî ya Kurdistanê: Qeyraneke nû di navbera Bexda û Hewlêrê de derketîye

Parlimanterê Komela Islamî ya Kurdistanê li meclisa Iraqê ragihand ku bi dû cihanîna bûca qanûna giştî ya sala 2018`an a Iraqê qeyraneke nû di navbera Bexda û Hewlêrê de derketîye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Zana Seîd li civîneke rojnamevanîyê got: Bi dû cihanîna bûca qanûna giştî ya sala 2018`an a Iraqê û radestnekirina derhatên niftê ji hêla Herêma Kurdistanê ve bo Bexdayê, qeyraneke nû di navbera Bexda û Hewlêrê de derketîye.

Seîd herwiha got: Hewlêr qanûna bûca sala 2018`an cih nayne û dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistanê jî girêdayîyê radestkirina derhatên firotina 250 hezar bermîl niftê di rojê da bo Bexdayê ye, lewma dê Hewlêr pêrgî pirsgirêkê bibe. Wî ji Bexdayê xwest ku ji bo çareserkirina vê qeyranê û dûrxistina meseleya nakokîyan ji mijara debara jîyana xelkê Herêma Kurdistanê lezê bike.