Nîsan 08, 2018 16:16 Asia/Tehran
  • Li Hewlêrê nehêlan nûçeyên hevdîtinên desteya HDP`ê bên weşandin

Berpirsên amadekarîyên fermî yên hevdîtinan li Herêma Kurdistana Iraqê nehîştin rojnamevan û nûçegîhan têkildarî hevdîtinên desteya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê li Hewlêrê nûçe û raporan belav bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Şandeke HDP`ê ku ji Osman Baydemîr, Feleknaz Uca, Îmam Taşçier û Berdan Ozturk pêk tê duh bi serokatiya hevseroka HDP`ê Pervîn Buldanê giheşte Hewlêrê û bi Mesûd Barzanî serokê PDK`ê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvana Barzanî re civîya.

Malpera Sharpress`ê îro ragihand ku berpirsên amadekarîyên fermî yên hevdîtinan li Herêma Kurdistana Iraqê ku plan û karên seredana desteyan li vê Herêmê organîze dikin, rê nedan rojnamevan û nûçegihan rapor û nûçeyan li bara hevdîtinên desteya HDP`ê û rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê belav bikin.