Lidarxistina merasima salroja karesata bombebarana kîmyawî ya Helebçeyê li Iraqê
Merasima rêzgirtina ji 30 mîn salvegera bombebarana kîmyawî ya Helebçeyê roja îniyê bi beşdariya hejmareke zêde ji kesayetiyên navxweyî û biyanî û malbatên goriyên vê karesatê li bajarê Helebçeya Iraqê hat li dar xistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Mehdî Elaq, sekreterê taxima dewletê û nûnerê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li destpêka vê merasimê li axiftinekê sersaxî da malbatên goriyan û ji hemî kom û ji hemî kesyatiyan xwest ku bila vê bîranînê weke destpêkek ji bo biratî, avedankirinê li Iraqê bizanin.
Mehdî Elaq her wiha diyar kir: Kesên ku pêştir ser meytên goriyên Helebçeyê direqisîn îro li Iraqê tu cih û şûnek tine ne.
Bajarê Helebçeyê li Herêma Kurdistana Iraqê nêzîkî sînorê Îranê 15 Adara 1988`an ket ber êrişa bombebarana kîmyawî ya artêşa Rejîma Besa Iraqê ku nêzîkî 5000 kesan canê xwe ji dest dan û zêde ji 10 hezar kes jî birîndar bûn.
Şûnpiya vê trajediyê hela jî ser gelê bajarê Helebçeyê de diyar e û vê dawiyê du kes ji birîndarên vê bombebaranê canê xwe ji dest dan.
Li halekê ku tenê du roj ser azadiya Helebçeyê li operasyona Welfecrê 10` ê derbas dibû, bomberêj û balfirên Sûperatandard ên farsnî yên Re jîma Besa Iraqê li esmanê Helebçeyê, her yekî çar bombeyên kîyawî yên 500 kîloyî ser xelkê bêguneh ê kurd de rijandin.
Obên Hendrîks serokê ceribîngeha jarnasiyê yê nexweşxana Gan Flanderê ya Belcîkayê li vê barê got: Li vê êrişê sê cure gazên curbicur, gaza Xerdelê, gazên Sarînê û gaza Siyanojenê hatin xebitandin.
Tevî pejirandina peymanên qedexetiya xebitandina çekên tevkujiyê lê hîn hin welat ji wan Emerîka û Rejîma Siyonîstî ser berpirsiyariyên xwe li gorî konwansiyonan nasekinin.