Operasyona artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê
Adar 16, 2018 15:51 Asia/Tehran
Li encama operasyona hêzên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê, 10 kes ji endamên PKK hatin kuştin.
Li gorî rapora malperarojnama Miliyetê çapa Tirkiyê, erkantiya artêşa Tirkiyê raghand ku li encama vê operasyonê ku bi piştgiriya hewayî li navçên Xakurkê û Kanîreşê li bakurê Iarqê cih hat, hêzên leşkirê sisyan ê hêza bejahiyê ya artêşa Tirkiyê heya 15 km yê derbasî nava axa Iraqê bûn.
Li encama vê opersyonê gelek çek ji wan mûşekên li dijî tankê, RPG 7, reşaşên giran, belgeyên rêxistinî ji meqerên PKK hatin keşfkirin û zevtkirin.