Çile 21, 2018 13:35 Asia/Tehran
  • Nazim Debaq: Seredana Barzanî bo Îranê li çarçîva qahîmkirina peywendiyên navbera du aliyane

Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Têheranê ragihand; Seredana Niçîrvan Barzanî bo Îranê li çarçîva qahîmkirina peywendiyên navbera du aliyane.

Nazim Debaq nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Têheranê li gotûbêja xwe ya tev Mêhr News`ê got: Nişîrvan Barzanî li seferaxwe ya yekrojî bo Têhranê li ser çawaniya berfirehkirina hevkariyên du alî tev karbidestên Komara îslamî ya Îranê dê gotûbêjê bike.

Niçîrvan Barzanî serwezîrê îdara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê şemêşev gihêşte Têhranê û îro jî tev hinek ji karbidestên îranî dê gotûbêjê bike.

Li vê sefera Barzanî Qubad Talibanî alîkarê wî, Fuad Husên serokê nivîsgeha Barzanî û Ebdullah Akreyî berpirsê peywendiyên navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Îranê jî wî hevrêtî dikin.