Çile 20, 2018 18:49 Asia/Tehran
  • Hewildana Kurdistana Iraqê ji bo berfirekirina peywendîyên digel Îranê

Berpirsê peywendîyên Herêma Kurdistana Iraqê digel Îranê seredana serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bo Îranê di çarçova hewildanên Hewlêr ji bo berfirekirina peywendîyên giştalî digel Komara Islamî ya Îranê de zanî.

Evdila Akreyî rêvebirê giştî yê peywendîyên Kurdistana Iraqê digel Îranê li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a IRNA`yê raghiand: Biryar e ku Nêçîrvan Barzanî li seredana xwe bo Têhranê digel Hesen Rûhanî serokomar, Elî Larîcanî serokê meclisê û hin berpirsên pilebilind ên Komara Islamî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêjê bike.

Evdila Akreyî herwiha got: Li hevdîtinên Barzanî digel rayedarên Îranê ku Qubad Talebanî alîkarê Barzanî jî dê amade bibe, vekirina sînorên rojavaya Îranê û rêyên berfirekirina peywendîyan û hevkarîyên sîyasî, aborî û ticarî werin hilkolandin.

Vî rayedarê kurd ê iraqî got: Seredana Nêçîrvan Barzanî bo Têhranê li gorî nêrîna Hewlêrê girîng e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê îro herwiha digel Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Bexdayê hevdîtin pêk anî û her du alîyan li bara alûgurên vê dawîyê yên Herêma Kurdistanê û qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.