Çile 17, 2018 17:44 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Hemû daxwazên Bexdayê hatin cih

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku bi armanca çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danûstandin heftiya derbasbûyî destpê bûn û diyar kir ku di mijara vekirina balafirgehan de ji bilî hin mijarên teknîkî hemû daxwazên Bexdayê hatine cih.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna civata wezîran a Herêma Kurdistanê li civîneke çapemeniyê ragihand ku danûstandinên di navbera desteya Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de destpê bûne û got: "Di hevdîtinên herdu aliyan de mijarên vekirina firokexaneyan û deriyên sînorî û herwiha mijarên têkildarî wezareta navxweyî hatine hilkolandin. Em van danûstandinan weke destpêkirineke baş dibînin.

Derbarê vekişîna Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji desteya wezîran a de jî Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: "Em agahdar in, ku duh serkirdetiya Yekgirtû biryara vekişandinê da. Lê bi nêrîna me ne dema vê biryarê guncayî bû, ne jî ev biryar di berjewendiya Herêma Kurdistanê û yekrêziya aliyên siyasî yên kurd de bû."

Nêçîrvan Barzanî da xûyakirin, ku biryara Yekgirtûyê ew dilgiran kirine û herwiha ji ber kar û hevkariya wan, spasiya wezîrên vê partiyê jî kir.

Mijareke din a ku Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li ser axivî, têkiliyên bi Iraqê û dewletên cîran re bûn. Barzanî weha pê de çû: "Em bi Fransa û Almanya re ji bo têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hertim di têkiliyê de ne. Têkiliyên me bi Bexdayê re berdewam dikin, em dixwazin ku têkiliyên me baştir bibin. Têkiliyên me yên bi Tirkiye û Îranê re li gorî meha borî baştir bûne. Em texmîn dikin ku têkiliyên me yên bi Tirkiye û Îranê re dê baştir bibin. Em di wê pêvajoyê de ne ku têkiliyên me yên bi Tirkiyê û Îranê re dikevin rewşeke asayî de. Di mijara vekirina balfirgehan de pêşpeyman hate îmzekirin. Ji bilî hin mijarên teknîkî hemû daxwaziyên Bexdayê hatin cih. Em piştgiriya hemû hewldanên ji bo asayîkirina têkiliyên me û Bexdayê dikin."