Çile 11, 2018 16:23 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Hikimdarên işkestxwarî yên Herêma Kurdistanê qeyranê dispêrin qeyranê

Serokê Hevalbendîya Dêmokirasî û Dadperwerîyê li Herêma Kurdistana Iraqê, hikimdarîya li Herêma Kurdistanê ``hizbî, binemalî û işkestxwarî`` wesif kir û got ku rêvebirên Herêma Kurdistanê dewsa kutakirina vê modêla işkestxwarî, qeyranê bi qeyranê ve girêdidin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Berhem Salih li axavtina li civîna rojnamevanîyê ya Hevalbendîya Dêmokirasî û Dadperwerîyê li Silêmanîyê got ku hikimdarîya işkestxwarî ya Herêma Kurdistanê, netenê nikare miaşê kêmkirî yê gel bide û xizmetên herî seretayî raberî gel bike, belkî dewsa bidawîanîna vê modêla işkestxwarî ya hizbî û malbatî ya hikimdarîyê, qeyran bi dû qeyranê pêk tîne û bi şaşitîyên dubare gel tûşî qeyran, birsîbûn û sergirdanîyê kirîye.

Serokê Hevalbendîya Dêmokirasî û Dadperwerîyê pêgirî kir ku qeyrana giran a niha ya li Herêma Kurdistanê encama karê plankirî yê hin navendên berjewendîxwaz e ku tevî işkestên mezin û bi dû hev û kavilkirina Herêmê û jinavbirina pêbawerîya welatîyan hela jî pawanxwazî, sepandina serdestîya hizbî û talankirina derhatên netewî di nava xwe de didomînin.

Berhem Salih hişyarî da ku rewşa Herêma Kurdistana Iraqê giheşte asta teqîna civakî û xetera perçebûna wê heye û nabe rê bê dayîn ku hikimdarî bi şêwaza berê bidome û herwiha Iraq jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên xwe û peywendîyên di navbera çîn û qat û etnîkên welêt de û dabînkirina tenahî û sûdwergirtina giştî, hewcedarê venihêrîna sîyasî û aborî, seranserî û berfire ye û divê rikeberî û hevahengîya aborîyê dayne dewsa sepandin û minaqişên sîyasî.