Berhem Salih li dû avakirina partiyeke nû li Kurdistana Iraqê
Berhem Salih, alîkarê ewilê ê Celal Talibanî, serokê wefatkirî yê Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) ji vê partiyê cida bû.
Piştî giranbûna pirgirêkên di navbera komên kurd ên iraqî û giranbûna şerê medyayî navbera Partiya Demokrat û Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê, YNK, Berhem Salih ji kesayetiyên bi nav û deng ên siyasî yê kurdê iraqî, daxwaza têkbirina Dayira Herêma Kurdistana Iraqê xist rojevê.
Li gorî rapora malpera kanala El-Koserê, Berhem Salih ku piştî nexweşiya Talibanî bi endamên din re li ser şêwaza rêveberiya vê partiyê pirsgirêka wî derket, roja çarşemiyê bi lidarxistina yekim kongira partiya xwe ya nû ser navê `` kongira ewil a hevalbendiyek ji bo demokrasî û eadletê`` bi beşdariya 500 kes ji endamên vê lîsteyê, eşkere pêngava xwe ya herî micid ji bo xatirxwestina ji Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê, YNK hilanî.
Berhem Salih pêştir wek berteka li hember giranbûan nearamiyan li bakurê Iraqê ser pêwîstiya hevkariya bi Bexdayê re teqez kir û daxawaz avakirina dewleta veguhestinê li Kurdistana Iraqê kir.
Rêbwar Kerîm, berdevkê hevalbendiyek ji bo demokrasî û edaletê li gotûbêja bi medyan re li bara lidarxistina `` kongira ewil a hevalbendiyek ji bo demokrasî û edaletê` got: Ev hevalbendiya ku piraniya endamên wê jin û ciwan pêk tînin yekim kongira xwe ji bo kivşkirina serok û pejirandina rêzikameya navxweyî li dar xist.
Piştî ku `` kongira ewil a hevalbendiyek ji bo demokrasî û edaletê`nekarî sekrterê giştî yê nû hilbijêre, 3 Çillê nivîsgeha siyasî ya vê partiyê hat hilweşandin.
Herêma Kurdistana Iarqê sala 2017an li halekê bi dawî kir ku xetaya stratejîk a Mesûd Barzanî serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê bi lidarxistina giştpirsiyê, pirgirêkên vê navçeyê du beramber kir.