Mijdar 10, 2017 15:36 Asia/Tehran
  • Serokê Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistana Iraqê revî derveyî welêt

Mêdyayeke iraqî ragihand ku Aştî Hewramî wezîrê Çavkanîyên Siûştî yê Herêma Kurdistana Iraqê revî Ingilîsê.

Li gorî rapora malpera nûçan a Someriye News`ê, Elî Heme Salih endamê Tevgera Gorranê li parlimana Herêma Kurdistana Iraqê îro ragihand ku Aştî Hewramî rojekê piştî girêdana balafirgehên Hewlêr û Silêmanîyê revîye û niha li Londonê ye.

Elî Heme Salih bi gotina vîya ku berpirsîya rewşa niha ya Herêma Kurdistana Iraqê li ustîyê Aştî Hewramî ye, ew di warê gendelîya li vê navçê, barê giran ê deynan û birrîna miaşê welatîyên kurd li Herêma Kuridstana Iraqê de tawanbar kir.

Endamê Tevgera Gorranê li parlimana Herêma Kurdistana Iraqê herwiha got: Berî vîya çend caran bi dengekî bilind hat ragihandin ku Aştî Hewramî dê vê navçeyê tûşî karesatê bike û paşê bireve û niha ev dilnîyayî heye ku ew ê bi zûtirkê bê girtin.