Fermana Ebadî derheq lêkolîna li bara kiryarên hêzên Asayişê li Kerkûkê
Serokwezîrê Iraqê fermana lêkolîna li bara kiryara hêzên Asayişê li Kerkûkê da.
Li gorî rapora Fars Newsê, serokwezîrê Iraqê piştî şikata hin malbatên erebî yên rûniştiyê Kerkûkê fermana lêkolîna li bara girtina hejmarek ji endamên an malbatana ji aliyê hêzên ewlehiyê yên kurd nasiyar bi Asayişê da.
Nivîsgeha raghandinê ya Ebadî li daxûyaniyekê raghand ku serokwezîrê Iraqê fermana lêkolîna li bara xwestekên malbatên girtiyan li Kerkûkê ji aliyê hêzên Asayişê yên Herêma Kurdistanê daye û xwestiye ku li bara çarenivîsa kesên girtî agahiyan bi dest bixin.
Hejmarek ji malbatên ereb li parêzgeha Kerkûkê li dijî hêzên ewlehiyê yên Asyaişê ser bi Herêma Kurdistanê doz vekirine ku hin endamên van malbatana girtine û bêyî tu hegerkê ew şandine Herêma Kurdistanê. Ev kiryara beriya damezrandian ewlehî û hakimiyeta dewleta navendî li parêzgeha Kerkûkê li 16 meha buhurî ya zayînî cih hatiye.