Barzanî wek serok li yekemîn civîna partiya xwe ya piştî radestkirina desthilatdariyên xwe beşdar bû
Çavkaniyeka agehdar îro sêşemiyê ragihand, Mesûd Barzanî, wekî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê jibo cara yekemîn a piştî radestkirina desthilatdariyên xwe wekî serokê Herêma Kurdistanê, amade bû.
Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê malpera Sumeriye News`ê, Mesûd Barzanî, serokê îstîfakirî yê Herêma Kurdistana Iraqê bi armanca hilkolandina alûgorên siyasî yên bi dû bûyerên 16`ê Cotmehê di serokatiya civînekê de bi endamên nivîsgeha siyasî û Konseya Birêvebir a Partya Demopkrat a Kurdistanê (Partî) amade bû.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan, li vê civînê Barzanî, wê li ser çawaniya destpêkirina gotûbêjên bi Bexdayê re û rêbazên pêkanîna rêçareyekê jibo qeyrana niha ya li Kurdistana Iraqê û navçeyên kêşeliser bisekine.
Jêderek ku xwest navî wê neyê gotin, got: Ev civîna herwiha wê berê xwe bide peywendiyên siyasî yên Kurdistanê bi welatên navçê re û amadetiya jibo hilbijartina tê.
Barzanî 29`ê Cotmehê neyariya xwe ya bi dewama hebûna li serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê piştî 1`ê Mijdarê ragihand lê got: Wê têkoşîna li kêleka gelê Kurdistanê û Pêşmergeyan jibo serêxwegirtina mafên vê herêmê berdewam bike.