Nazim Debax: Giştpirsiya Kurdistana Iraqê tevlî dîrokê bû
Nazim Debax, nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Têhranê diyar kir: Dema hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê dibêje em ê giştpirsiyê rawestînin û ser qanûna bingehîn a Iraqê radiwestin yanî giştpirsî tevlî dîrokê bûye.
Giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, 25 Îlona 2017an tevî dijberiya dewleta navendî ya Iarqê, aliyên navçeyî û navneteweyî, tenê bi îsrara Mesûd Barzanî hat lidarxistin.
Piştî ku ev giştpirsiya neqanûnî hat lidarxistin û dewleta navendî ya Iraqê, hin kiryar li dijî Hewlêrê kirin, berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê raghandin ku dê encamên giştpirsiyê jibo destpêkirina muzakireya tev dewleta navendî ya Iraqê radiwestînin. Dewleta navendî ya Iraqê lê şerta sereke ya muzakireya bi Hewlêrê re,betalkirina encamên giştpisriya cidabûnê ragahndiye.
Nazim Debax roja yekşemiyê li gotûbêja bi kanala nûçeyan a El-Almê got: Biryar e hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê taximekê amade bike û li gor qanûna bingehîna Iraqê bi dewleta navendî ya Iraqê re muzakirê bikin. Muhteml e ev muzakire heftiya din destpê bibin.
Nunerê Herêma Kurdistana Iraqê li Têharnê her wiha destnîşan kir: Xweşbextane Komara Îslamî ya Îranê sînorê Başmaqê vekiriye û niha dixebite û sînorên din maye ser hevhatina Kurdistana Iraqê û Îranê ku hatiye pêşniyarkirin ku bi awayê hevpar were rêveberîkirin.