Îlon 21, 2017 20:41 Asia/Tehran
  • Rayedarekî Tevgera Gorranê: Em li giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistanê pişkdarîyê nakin

Yek ji rayedarên Tevgera Gorranê bal kişand ser vîya ku ev tevgera lidarxistina giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistanê hewldanekê ji bo mayîna Mesûd Barzanî li posta serokatîya vê herêmê dizane, ragihand ku Tevgera Gorranê li giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistanê pişkdarîyê nake.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Dana Evdilkerîm berpirsê karûbarên hikûmet û parlimanê yê Tevgera Gorranê got ku ev tevgera li giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistanê ku biryar e di 25`ê Îlonê de bê lidarxistinê, pişkdar nabe.

Wî herwiha got ku Tevgera Gorranê parlimana Herêma Kurdistanê mercea qanûnî û sîyasî ya rewşa ya gelê vê herêmê li karên girîng û biçarenûs dizane û biryara lidarxistina giştpirsîyê ne biryara parlimanê ye.

Dana Evdilkerîm herwiha got ku biryara lidarxistina giştpirsîya serxwebûnê ji alîyê Mesûd Bazranî serokê Herêma Kurdistanê p serokê PDK`ê ve hatîye dayîn û armanca wê jî mayîna Barzanî li posta serokatîya herêmê ye.

Wî li pişkeke axavtinên xwe li bara seredana Barzanî ya duh bo Silêmanîyê got ku vê seredanê li gorî nêrîna Tevgera Gorranê girîngîyek tineye.