Îlon 20, 2017 19:29 Asia/Tehran
  • Xwenîşananda nerazîyan li Silêmanîyê hevgavê çûna Mesûd Barzanî bo wî bajarî û girtina 20 çalakên medenî

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku jibo pişkdarîya li merasima propaganda jibo lidarxistina giştpirsîya cidabûna vê herêmê ji Iraqê çû Silêmanîyê, pêrgî xwenîşandaneke mezin a gelanî li vî şarî bû.

Li gorî rapora Fars News`ê, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku îro ji bo pişkdarîya li merasima propaganda ji bo lidarxistina giştpirsîya cidabûnê çûye Silêmanîyê, tûşî xwenîşandana gel a li dijî xwe bû.

Li gorî rapora malpera nûçan a Al Gad Press`ê, Barzanî îro di bin tivdîrên giran ên ewlehîyê de ku bi dehan maşînên leşkerî û bi sedan zêrevan li dora wî bûn, derbasî Silêmanîyê bû ta ku li merasima piştgirîya ji rêfrandomê ku biryar e îro danê êvarê li werzişgeha vî şarî bê ldiarxistinê, biaxive.

Dema ku Barzanî derbasî Silêmanîyê bû, hejmareke zêde ya niştecihên vî şarî dest bi xwenîşandana li dijî wî kirin û li kolana Salim a li navenda vî bajarî nerazîbûna xwe li hemberî sîyasetên Barzanî nîşan dan.

Di vê navberê de hêzên ewlehîyê jî 20 welatîyên kurd ên nerazî û pişkdarê xwenîşandana li dijî Barzanî girtin.