Îlon 18, 2017 11:51 Asia/Tehran
  • Sikritirê Giştî yê Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY): `Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, têkoşîna li hemberî DAIŞ`ê ji derdixe`

Sikritirê Giştî yê Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxûyaniyekê biryara yekalî ya ji bo Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê sedema jirêderketina têkoşîna li hemberî DAIŞ`ê û avakirina nû ya navçeyên şerlêketî da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Berdevkê Sikritirê Giştî yê Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY), Stêfan Dujarîk bi daxûyaniyekê got: ``Sikritirê Giştî yê Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser vê bawerê ye ku biryara yeka ..``.

Berdevkê Sikritirê Giştî yê Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha got: ``Nûavakirina navçeyên rizgarkirî ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê ku gellek girîng e, her wiha dabînkirna vegeriyana ewleh, xwebexş û bi rêzdarî ya zêde ji 3 hezar penaxwaz û awareyan jî tê tevlihevkirin``.

Berdevkê Sikritirê Giştî yê Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY), Stêfan Dujarîk tevî bibîrxistina vê yekê ku Sikritirê Giştî yê Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY) rêzê li hakimiyeta neteweyî, yekparçetî û yekîtiya Iraqê digire, destnîşan kir ku ew dixwaze ku mijar û kêşeyên navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê ji rêya gotûbêjên li gorî çarçova diyarkirî û aştiya kêrhatî bêîn çareserkirin``.

Li vê daxûyaniyê Sikritirê Giştî yê Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY), Antoniyo Gotrêş her wiha ji berpirsên Iraqê xwest ku li vî warî da ser hemdê xwe bin.

Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê roja Îniya bihurî lidarxistina Giştpirsîna cudabûna vê herêmê di roja 25`ê Îlona 2017`an erê kir.

Eva li halekî ye ku pêgirî  û israra ji bo lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê tûşî berteka ciddî û tund a dewleta Iraqê û komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçeyê bûye.