Tîrmeh 24, 2017 15:53 Asia/Tehran
  • Washington Post: Serxwebûna Kurdistana Iraqê, destpêkek jibo şerên navxweyî

Washinton Post`ê nivîsî: `` Giştpirsî û ragihandina serxwebûnê yê bê guman şerên navxweyî yên nû ser Kurdistana Iraqê de bisepîne`` û ji zarê xwedîyê kanaleke televîzyonî û çalakê sîyasî li vê herêmê `` lidarxistina hilbijartinên parlimanî`` tenha rêya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistana Iraqê zanî ku eva du sal in hatîye girêdanê.

Cekson Dîl alîkarê sernivîserê rojnama Washington Postê duh di destpêka şiroveyekê di vî warî de nivîsî: Têgiheştin û texmîna Waşîngtonê eva ye ku Kurdistana Iraqê tevî pêkhatin û işkestina DAIŞ`ê li vî welatî hela jî saxlem ser pîyan maye, tam wek rewşa ku 5 salan berî niha hebû ango dema ku hê DAIŞ`ê pêk nehatibû. Li gorî nêrîna Washington Postê,`` Kurdistan dêmokirasîyeke aştîxwaz, serkevtî, nûpêkhatî û alîyê welatên rojavayî ye`` lewma daxwazên rewa yên vê herêmê jibo serxwebûna tam ji Iraqê ti wexta nikarin neyên berçavgirtinê.`` Wî li dewama vê şirovê nivîsîye: Bedbextane mideha van 5 salan de gellek tişt guherîne, şer, vekişîna Amerîkayê ji navçê û herwiha kêrhatînebûna kurdan ji wan alûguran in. DAIŞ li başûr û rojavaya Kurdistanê hêdêhêdî têk diçe û Kurdistan jî ji hêla sîyasî û aborîyê va işkstîye. Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê 4 sal in dewra serokatîya wî kuta bûye û hela jî ser vê postê ye, parlimana vê herêmê jî eva du sal in ku hatîye girêdanê. Dewleta Kurdistanê gellekî deyndar e û bi zehmet dikare miaşê sê ji çarê (3/4) karmendên xwe bide, artêş û hêzên ewlehîyê jî çend çiq û beş bûne û bûne reqîbê hev. Plana Barzanî li hemberî van bextreşîyana lidarxistina giştpirsîyê jibo serxwebûna Herêma Kurdistanê di 25`ê Îlonê de ye. Lê dewleta fêdêral li dijî vê planê derketîye. Cînarê bihêz ên Kurdistanê, Îran, Tirkîye û herwiha Amerîka jî li dijî vê planê ne û herwiha kurdên serhişk ên serxwebûnxwaz jî pê hesîyane ku sîyasetên herêmê giheştine xaleke xeternak.``

Şasiwar Evdilwahid serokê televîzyona serbixwe ya NRT`yê li Herêma Kurdistanê di vî warî de dibêje ku Kurdistan divê di fikra lihevanîna komên reqîb û avakirina bingeheke qahîm û hêjayî piştkutanê jibo aborîyê û pergaleke sîyasî ya dêmokiratîk be ne jêstên sîyasî yên wek lidarxistina giştpirsîyê nîşan bide. Wî herwiha got: `` Rêya durist lidarxistina giştpirsîyê nîne belkî lidarxistina hilbijartineke azad û saxlem jibo pêkanîna parlimaneke nû ye.``