May 21, 2017 15:11 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî û Fûad Mesûm li Urdunê hatin ba hev

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê yê Kurd Fûad Mesûm li paytexta Urdunê Emmanê civînek pêk anîn.

Mesûd Barzanî û Fuad Mesûm li bajarê Emmanê, beşdarî Forûma Aboriyê ya Cîhanî bûn ku mijara wê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ye û di forûmê de çend hevdîtin û civîn pêk anîn.

Serokomariya Iraqê da xuyakirin, îro di civîna Barzanî û Mesûm de li ser pêwendiyên hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê û herwiha li ser geşedanên siyasî yên li herêmê hatiye axaftin.

Di Forûma Aboriyê ya Cîhanî ku mijara wê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ye bi qasî hezar serok, rêveberên dewletan û bazirganên 50 welatan beşdarî dikin. Forûma ku 19ê Gulanê de dest pê kiriye heta 21ê Gulanê wê bidome.