Daxwaza Emar Hekîm jibo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê ji riya gotûbêjê
Serokê hevalbendiya neteweyî ya Iraqê daxwaza çareserkirina pirgirêkên navbera Bexda û Hewlêr ji riya gotûbêjê kir.
Li gorî rapora ISNA`yê, Emar Hekîm serokê hevalbendiya neteweyî ya Iraqê roja şemiyê bal kişand ser pêkanîna rewşa nû li xurtkirina hevgirtin û jiyana bi aşitî navbera gelê vî welatî û got : Jibo xurtkirina yekperçetî û rêkûpêkiya li Iraqê, gotûbêja navbera Kurdistan û Bexdayê jibo çareserkirina pirsgirêkan pêidvî ye.
Di eynî demê de, Şaxevan Ebdullah berdevkê komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya parlemana Iraqê tevî bibîrxistina hevhatinnameya Bexdayê digel Hewlêrê li bara operasyona azadkirina Mûsilê û hevdengioya navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge ragihand ku Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî peyamên dilniyakir li bara operasyoan Heşda Şebî li navça Qeyrewavê li parêzgeha Neynewayê şandine bo Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê midehek berî niha ser dewama xebata Heşda Şebî wek hêza herî giring a li dijî terorîzmê ya vî welatî tekez kiribû.