Nîsan 24, 2017 15:31 Asia/Tehran
  • Mişêwirê medyayî yê serokê Herêma Kurdistana Iraqê: Bereya Sedir peywendiyeke baş bi Hewlêrê ra heye

Mişêwirê medyayî yê serokê Herêma Kurdistana Iraqê got: Bereya Sedr peywendiyeke gelek baş tev Herêma Kurdistanê heye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Prss`ê, Kefah Mehmûd mişêwirê medyayî yê serokê Herêma Kurdistana Iraqê li gotûbêja xwe ya tev Somiriye News`ê, bal kişande ser hevdîtina bereya Sedr tev Mesûd Barzanî û rêberên PDK`ê li Hewlêrê û ragihand ku li van hevdîtinan li ser şerê dijî DAIŞ`ê û rewşa Iraqê piştî jinavçûna DAIŞ`ê hate axivîn û li ser du pilanan ku yek ji wan li bara pêkhatina komîsiyona bêla ya hilbijartinan û ya din jî Iraqa piştî DAIŞ`ê hate axivtin.

Kefah Mehmûd destnîşan kir; Bereya Sedr bawere ku pêwîste piştî azadbûna tam a Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê aşitiyekî civakî li nav Iraqê pêk were û sandiqek jî bona avedankirina navçên kavilbûyî bi destê terorîstên DAIŞ`ê were pêkhatin.

Taximeke bereya Sedr roja şemiyê seredana Hewlêrê kir û tev Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê û endamên Partî cudacuda gotûbêj kir.