Nîsan 19, 2017 17:33 Asia/Tehran
  • Parêzgarê Kerkûkê: Heke desteya giştpirsîyê biryarê bide, giştpirsî yê li Kerkûkê jî bê lidarxistin

Parêzgarê Kerkûkê ragihand heke desteya ku jibo kifşkirina meseleya giştpirsîyê hatîye pêkanînê biryarê bide, giştpirsî yê li Kerkûkê jî bê lidarxistin.

Li gorî rapora malpera BAS NEWS`ê, Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê îro li civîneke rojnamevanîyê got: Li Herêma Kurdistanê yê desteyek jibo giştpirsîyê were pêkanînê, ew ê biryara dawîyê di vî warî da bide, heke ew fermanê bide, giştpirsî yê li Kerkûkê jî were lidarxistinê.

Parêzgarê Kerkûkê li bara axavtinên berpirsên iraqî têkildarî bilindkirina alaya Herêma Kurdistana Iraqê li Kerkûkê jî got: Heke ew vê meseleyê neqanûnî dizanin bila herin li Dîwana Bilind dozê vekin.

Parêzgarê Kerkûkê li bara meseleya kontrolkirina Hewîcê jî ragihand: Pêwîst e ku kontrolkirina Hewîcê ji vîya zêdetir nemîne derengîyê, heke em li benda azadkirina Mûsilê bin, pirsgirêkên Hewîcê yê zêdetir bibin.