Adar 15, 2017 14:58 Asia/Tehran
  • Dîplomatê berê yê Tirkiyê: Muhtemel e Tirkiye û PDK li Şengela li dij PKK şer bikin

Aydîn Selcan Dîplomatê derecebilind ê berê yê Tirkiyê ragihand ku muhtemel e artêşa Tirkiyê û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) operasiyoneke hevpar dijî PKK li Şengalê destpê bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Piştî zivirîna Mesûd Barzanî rêberê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê ji Enqerê û hevdîtina tev Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê, şer û pevçûna di navbera pêşmergeyên ser bi partî û hêzên HBŞ`ê hêzên Berevaniya ji Şengalê ku ser bi PKK ne, hin karzanên siyasî bawer in ku Barzanî ev êrişa ser HBŞ`ê bi hevahengiya Erdogan cih aniye.

Aydîn Selcan Dîplomatê derecebilind ê berê yê Tirkiyê û serkonsûlê berê yê Tirkiyê li Hewlêrê ev teoriya ret nekir û got: Tirkiye bi dû jinavbirina tam a PKK`ye û yek ji siyasetên Enqerê eva ye ku tev hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê operasiyonekê dijî PKK li Şengalê organîze bike.

Aydîn Selcan got: Enqere bi dû riyên derbelêdana bi PKK`ye û operasiyoneke dijî PKK ya herî dijwar jî êrişa ser Qendîlê navenda sereke ya PKK ye û yek jî operasiyona hevpar tev hêzên pêşmerge dijî PKK li Şengalê ye.

Ji aliyê dinve Haldûn Solmazturk eskerê teqawûtbûyî yê Tirkiyê û serokê Enestîtoya ``Qorna 21`` hişyarî da ku xwetêkeliya eskerî ya Tirkiyê li nav Şengalê dê bibe sebeba çer û pevçûna hêzên Tirkiyê û eskerên şîe û artêşa Iraqê.

Aydîn Selcan herwisa hişyarî da ku Şengal ciyê hemû aloziyan e û hêzên gelanî yên Iraqê û artêşa vî welatî va li nîzikiya Şengalê ne û hêzên Amerîka û pêşmergeyên ser bi Mesûd Barzanî jî li vê navçê ne.