Sibat 22, 2017 08:51 Asia/Tehran
  • Hêzên pêşmerge pişkdariya operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê Nakin

Berdevkê hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku hêzên pêşmerge pişkdariya operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê Nakin.

Cebar Ywer berdevkê hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê li gotûbêja xwe ya duh sêşemê tev ajansa rûsî ya Ispotnîkê ragihand; Hêzên pêşmerge pişkdariya operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê Nakin ji ber ku tu nexş û rolek bona van hêzan li operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê kifş nebûye.

Cebar Yawer destnîşan kir ku niha ew hêzên ku pişkdariya azadkirina rojavaya Mûsilê dikin, pêk hatî ji hêzên artêşa Federal, Yekîneyên xebata dijî terorîzmê û hêzên gelanî yên Iraqê ne û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê pişkdariya vê qunaxa operasiyonê nabin.

Yaewr bal kişande ser pevçûna dinavbera hêzên gelanî û hêzên pêşmerge yên herêma Kurdistana Iraqê û ragihand ku li mudeha şerê dijî terorîstan li nav Iraqê, tenê babetekî wiha qewimî ku li vê barê lêkolîn berdewam e.

Cebar Yawer ragihand ku qumandên hêzên gelanî yên Iraqê û hêzên pêşmerge yên musteqer li nav du navçên Teleferê û Şengalê civînên hevpar pêk anînin û Hadî Amirî qumandê Heşda Şeibî bi xwe tev qumandên hêzên pêşmerge civiyan û ji wê çaxê tu pevçûnek dinavbera hêzên pêşmerge û hêzên gelanî yên Iraqê va çê nebû.

Opêrasyona azadkirina beşa rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji roja yekşemê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ku wî ev fermana ji Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê ji Almanîyayê va da, destpê bûye.

Di yekemîn roja vê opêrasyonê da hêzên iraqî gellekî bilez li pêş ketin û karîn gellek gundên derdora vê beşê ji kontrola têrorîstên DAIş`ê derînin.