Çile 16, 2017 16:06 Asia/Tehran
  • Tu şerek di navbera PKK û hêzên pêşmerge de derneketîye

Parêzgarê Helebçê nûçên girêdayî bi şerê di navbera PKK û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê li gundekî vê parêzgehê ret kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Noxşe Nasêh parêzvanê Helebçê li gotûbêja tev ajansa CNN got: Belavbûna nûçeyên ku li bara şerê di navbera PKK û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê li gundekî derûdora Helebçê, hema ji kokê da derew e.

Parêzgarê Helebçê bal kişande ser viya ku ewlehiya tam li hemû Helebçê hakime destnîşan kir; Tu hêzekî PKK li vê parêzgehê tunen û tu şerek ji di navbera PKK û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê neqewimiye.

Eva li halekê ye ku pêştir navenda fermî ya Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê û birek ji medyayên ser bi partiyê ragihandin ku di navbera hêzên pêşmerge û endamên PKK li derûdora Helebçê şer û pevçûn qewimiye û endamekî PKK jî li vê şer û pevçûnê hatiye kuştin.