Cotmeh 27, 2016 18:11 Asia/Tehran
  • Barzanî: Hêzên pêşmerge nakevin nav Mûsilê

Serokê herêma Kurdistana Iraqê û serokê hevalbendiya netewî ya vî welatî li hevdîtina îro li bara alûgorên Mûsilê bi hevra gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Seyîd Emar Hekîm serokê hevalbendiya netewî ya vî welatî li hevdîtina xwe ya îro li Zertikê li bara alûgorên Mûsilê bi hevra gotûbêj kirin.

Piştî vê hevdîtinê Barzanî û Hekîm pişkdariya Press Konferansekê kirin.

Mesûd Barzanî li gotinên xwe bilî destnîşan kirina ser vê yekê ku Hêzên Pêşmerge nakevin nav bajarê Mûsilê ragihand ku tu agehdariyên me tune ku gelo Tirkiyê pişkdariya operasiyona azadkirina Mûsilê kiriye û navçên derûdora Mûsilê bombebaran kirine yan na.

Barzanî herwisa destnîşan kir ku li vê civînê ewna ser vê yekê rêketine ku komîteyek ji aliyê Hewlêr û Bexdayê bona çareserkirina neyariyên navbera her du aliyan pêk were.

Barzanî destnîşan kir; Artêşa Iraqê û hêzên dijî terorê berpirsê ketina nav bajarê Mûsilê ne û niha zûye ku wexta ketina nav vî bajarî kifş bibe.

Barzanî got: Hizûra serokê hevalbendiya netewî ya Iraqê bi xwe nîşana îrada Bexda û Hewlêrê bona çareserkirina neyariyên navbera her du aliyan e.

Serokê herêma Kurdistana Iraqê herwisa li bara ketina endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bo nav Kerkûkê jî got: Terorîstên DAIŞ`ê bona işkestên xwe yên derûdora Mûsilê veşêrin ketine nav Kerkûkê.

Ema Hekîm jî li vê Press Konferansê got: Li operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê tenê hêzên iraqî bi xwe pişkdarin û Bexda ji tu welatek ferman nagire.

Hekîm herwisa ji hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê jî xwest ku her operasiyonek wan pêwîste bi hevahengiya dewleta Iraqê be.

Hekîm herwisa destnîşan kir ku Bexda neyarê hizûra her hêzekî biyanî û bitaybet neyarê hizûra eskerî ya Tirkiyê li Beşîqê ye û pêwîste ku ev welata hêzên xwe yên eskerî ji nav axa Iraqê derxîne.