Sep 12, 2019 16:59 Asia/Tehran
  • Talebanî ji Herîrî xwest: Bila Nuneratîya Libnanê li Hewlêrê veguhere Konsolxanê

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di hevdîtina digel Serokwezîrê Libnanê de xwest ku Nuneratîya Libnanê li Hewlêrê veguhere Konsolxanê.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qubad talebanî li Bêyrûtê bi Serokwezîrê Libnanê Seid Herîrî re hevdîtin pêk anî.

Ligorî daxûyanîya Nivîsgeha Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Qubad Talebanî  ûSeid Herîrî di wê hevdîtinê de peywendîyên di navbera Hewlêr û Beyrûtê de hilkolandin.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê amajeyî hebûna nifûseke berbiçav a welatîyên libnanî li Herêma Kurdistanê kir û pêgirî kir ku pêwîst e Konsolxana fexrê ya Libnanê li Hewlêrê di çarçova berfirekirin û kûrkirina peywendîyên di navbera her du alîyan de veguhere Konsolxana fermî.

Ligorî wê daxûyanîyê, Talibanî û Herîrî di wê daxûyanîyê de pêgirî ser pêwîstîya jordabirina asta hevkarî û peywendîyan di pêşerojê de kirin.

 

Nêrîn