Kazimî: Herêma Kurdistanê beşa sereke û temamker a Iraqê ye
Serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya li ser girîngiya hevahengiya navbera helwêstên dewleta federal û Herêma Kurdistanê, got: Herêma Kurdistanê beşa sereke û temamker a Iraqê ye.
Li gorî rapora Fars Newsê, Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê roja Pêncşemiyê di hevdîtina bi Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê li Hewlêrê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hewcetiya niha ya Iraqê berçavgirtina yekemayetî û ewiliyeta kiryarên neteweyî jibo derbasbûna ji pirsgirêkan e, got: Hevahengiya navbera hêzên çekdar ên Iraqê û hêzên Pêşmerge, dê bibe sebeba serketina li hemberî têrorîstên DAIŞê.
Kazimî got: Qanûna Bingehîn, dê rewşê jibo pêşerojeke ewleh jibo Iraqa yekparçe û aram xweş bike.
Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê jî got: Gişt li Iraqê dê hewildana xwe jibo reformê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi kar bînin.
Du aliyan her wiha pirsgirêkên herî girîng, yekparçekirina helwêstên neteweyî û lidarxistina hilbijartina zûdem hilkolandin.
Mustefa El-Kazimî, Serokwezîrê Iraqê îro Pêncşemiyê, 20ê Îlonê bi mebesta hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind û rêberên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbasî bajarê Hewlêrê bû.
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li balefirgeha Hewlêrê pêşwazî li Kazimî kir.