Adar 26, 2020 17:43 Asia/Tehran
  •  Lihevkirina  li ser bûdce û mafên qanûnî yên Herêma Kurdistanê mercê Kurdan jibo piştevaniya ji Zurfî ye

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Shar Pressê, Elmas Fazil di civînekê da ragihand ku piştevaniya Kurdan ji Ednan Zurfî Serokwezîrê rasipartî yê Iraqê, girêdayî bi lihevkirina li ser hin mijar û meseleyên bingehîn jibo Herêma Kurdistanê ye.

Elmas Fazil Parlimantera YNKê li parlimana Iraqê her wiha got ku yek ji babetên herî girîng ku kurd dixwazin `` cihanîna xala 140 a Qanûna Bingehîn a Iraqê`` û ``asayîkirina rewşa Kerkûkê`` û ``tevahiya navçeyên kêşeliser`` navbera Hewlêr û Bexdayê ye.

Wê her wiha got: Lihevkirina li ser pişka bûdceya Herêma Kurdistanê ji bûdceya gelemperî ya Iraqê û serêxwegirtina mafên qanûnî yên Herêmê ji mercên din ên Kurdan jibo piştevaniya ji Zurfî ye.

Elmas Fazilê her wiha destnîşan kir ku kurdan ti hêleke sor jibo yi yek ji kesaeytiyên iraqî di cîgeha serokezîrtiya welêt da diyar nekirine û merca wan jibo serokwezîrê tê, hevhatin li ser rol û cîgeha kurdan di kabîneya dewleta nû da ye.

Wê Parlimantera YNK got: Dengê kurdan bo kabîneya pêşniyarkirî ya Zurfî li parlimana Iraqê, pêwîstî bi lihevkirina navxweyî ya navbera partiyên şîeyan jibo piştgiriya ji wî ye.

Ev di halekî da ye ku berdevkê YNKê û Fraksiyona Partiya Dêmokratk a Kurdistanî (PDK) li parlimana Iraqê, wek berteka derheqê bijartina Zurfî ragihandin ku digel partiyên din ên Kurdistanî li ser berxwegirtina helwêsteke hevpar derheqê wî, dikevin gotûbêjê.