Daxwaza 14 partiyên Herêma Kurdistanê ji NY bona rawestandina êrişa Tirjkiyê ser Sûriyê
Çardeh partî û tevgerên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaz kirin ku NY bona rawestandina demlidest a êrişa Tirkiyê ser navçên kurdnişîn ên Sûriyê bikeve tevgerê.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, îro şemî 12 Cotmehê, 14 partî û tevgerên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi amadebûna li ber nivîsgeha Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Hewlêrê tevî şermezarkirina êrişa eskerî ya Tirkiyê ser navçên kurdnişîn ên Sûriyê, daxwaza kiryara demlidest a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo rawestandina vê êriş kirin.
Li daxûyaniya ku van partiyan weşandine hatiye teqezkirin ku kurd cardinê li ber çavên hemî dinyayê bûne gorrî û pêwîst e, NY hewldana xwe bona kutakirina vê êrişê zêde bike.
Her wiha hatiye raghandin ku civaka cîhanî li gor berpirsiyariyên navneteweyî û peymanên NY û Konseya Ewlehiyê li ber parastina ewlehî û aşitiyê li cîhanê û navçê û her wiha piştgiriya ji gelên mezlûm û bê guneh berpirsiyar in û divê berpirsiyariyên xwe cih bînin.
Ev partî ji serok û serokwezîr û her wiha parlemana Herêma Kurdistanê daxwaz kirine ku hemî hewldan û hêza xwe bona rawestandina vê êrişê û çareserkirina pirsgirêkên Kurdistana Sûriyê bi kar bînin û ger ev êrişên bên domandin, berjewendiyên Tirkiyê li herêmê rastî boykot û berbendan bikin.
Li gor amaerên hatî raghandinê heta niha li encama êrişa Tirkiyê ser Kurdisana Sûriyê nêzîkî 200 hezar kes aware bûne û bi sedan kes jî birîndar bûne an canê xwe ji dest dane.