Tîrmeh 11, 2019 18:52 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê digel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê civiya û her du alîyan behsa veberhênana kompaniyên Fransî li Herêma Kurdistanê kirin.

Ligorî daxûyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian de her du alîyan derbarê pêşhatên herîdawî yên herêmê ji aliyê ewlehî û siyasî ve, pêşvebirina zêdetir a peywendiyên navbera Hewlêr û Parîsê di warên ciyawaz de û hewldanên çareserkirina pirsgirêkên daliqandî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ligorî destûra bingehîn a Iraqê gotûbêj kirin.

Barzanî û Le Drian herwiha rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê û rola civaka navdewletî, bi taybet Fransayê di vegerandina awareyan bo cih û warên wan de, pêngavên pêwîst piştî qonaxa şerê dijî DAIŞ`ê di avakirin û dabînkirina xizmetguzariyên destpêkê de bo navçeyên zirardîtî û alîkariyên berdewam ên Fransayê bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar de, hilkolandin.