Sibat 21, 2019 18:52 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Mesûd Barzanî û nûnerê Trump li ser dahatiya kurdên Sûriyê

Li hevdîtina serokê Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê û nûnerê serokomarê Amerîkayê li Hevalbendiya Navnetewî ya dijî DAIŞ`ê, rewş û alûgorên Aûriyê û dahatiya kurdên vî welatî hatin niqaçkirin û gotûbêjkirin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, malpera nûçeyan a Xendanê ragihand ku Mesûd Barzanî, serokê Partya Demokrat, bi Cêymz Cêfrî, nûnerê serokomarê Amerîkayê li Hevalbendiya Navnetewî ya dijî DAIŞ`ê û Joel Rayburn (Cûl Raybêrn), şêwirmendê wezîrê karên derve yê Amerîkayê li karûbarên Rojhilata Navînê hevdîtinek pêk anî.

Li vê hevdîtinê ku bi beşdariya serkonsûlê Amerîkayê li Hewlêrê û endamên tîma taybet a amerîkî ya li karûbarên Sûriyê cih hat, rewşa siyasî û leşkerî ya navçê û bi taybet rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û Cêfrî ragihand ku Herêma Kurdistanê tevî rewşa qeyranî ya navçê û gefên ku hene, yek ji navçeyên herî serkevtî yên li Rojhilata Navînê tê hesêb.

Nûnerê serokomarê Amerîkayê li Hevalbendiya Navnetewî ya dijî DAIŞ`ê, pêgîrî kir ku yekemîn ewlewiyeta sereke û girîng a Amerîkayê li navçê, têkbirina terorê û pêkanîna istiqrarê li navçê ye.

Herwiha Barzanî û Cêfrî li vê hevdîtinê li ser alûgorên herî dawîn ên meydanî li Sûriyê û dilgiraniyên li bara dahatiya kurdên vî welatî gotûbêj kirin û li ser pêwîstiya hevahengî û kiryarên hevpar ên di navbera xwe de bona pêkanîna istiqrarê û girtina pêşiya kawilbûn û komkujiya kurdên Sûriyê pêgîrî kirin.