Çile 09, 2019 20:01 Asia/Tehran
  • Pompeo bi rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê re civîya

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî û Serokê Civata Ewlehîya Herêma Kuridstana Iraqê Mesrûr Barzanî re civîya.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo li Hewlêrê ji aliyê ve hate pêşwazîkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo bi rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistana Iraqê û destpêkê bi Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî û paşê bi Serokwezîrê vê Herêmê Nêçîrvan Barzanî re civîya.
Mike Pompeo berî ku serdana Herêma Kurdistanê bike, çûbû Bexdayê û bi Srokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hevdîtin pêk anîbû.