Çile 05, 2019 16:11 Asia/Tehran
  • Hewildana Bexda û Hewlêrê ji bo damezirandina Komîsiyona hevpar a çareserkirina nakokiyan

Rêberekî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) qala hewildanên niha ji bo damezirandina Koîsiyona hevpar navbera bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirina nakokiyên du aliyan kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Xiyas Sûrçî li hevpeyivîna digel ajansa nûçeyan a El Melûmeyê, got: "Bexda û Hewlêrê komîsiyoneka hevpar ji bo çareserkirina nakokiyên navbera xwe bi taybet di warê pişk û para Herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya sala 2019an a Iraqê û daxwzên Pêşmerge û malbatên şehîdan û xercên rêxistinên hakimiyetî li herêmê damezirandine":

Sûrçî tevî amajeya bi hitmala rawestandina demkî ya rêkara bingehîn a nakokiyên Bexda û Hewlêr heta sala 2020ê, ji hemî rêberên siyasî û berpirsên dewletê li Iraqê xwest ku zêdetir ji berjewendiyên xwe girîngiyê bidin berjewendiyên gel.