YNK û Sedr ser normalkirina rewşa Kerkûkê sekinîn
Li hevdîtina taxima Yekitiya Niştimanî ya kurdistanê tev serokê Hevalbendiya Sairûnê, her du alî ser pêwîstiya asayîkirina rewşa Kerkûkê sekinîn.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Merîwan Nadir parlimanterê Yekitiya Niştimanî ya kurdistanê li parlemana Iraqê, li gotûbêja bi malpera fermî ya vê yekitîyê re, raghand ku desteya YNK ku bona gotûbêja bi aliyên iraqî re li bara avakirina dewleta nû ya vî welatî û para Yekitiya Niştimanî li dewletê sefera Bexdayê kiriye piştî hevdîtina bi Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê re hevdîtinek bi Muqteda Sedr serokê Hevalbendiya Sairûn û Tevgera Sedrê re pêk anî.
Wî her wiha got ku li vê hevdîtinê ku îro duşemiyê 3 Kanûnê hat lidarxistin, alûgurên siyasî yên navçê û Iraqê, avakirina dewleta nû ya vî welatî û kemilandina kabîna Adil Ebdulmehdî hatin hilkolandin.
Wî her wiha got ku taxima Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û Muqtweda Sedr li vê gotûbêjêj ser pêwîstiya asayîkirina rewşa Kerkûkê û navçên kêşeliser ên Iraqê jî teqez kirin.
Li gorî gotina nûnerê Yekitiya Niştimanî li parlemana Iraqê, helwesta Muqteda Sedr li hember pêşniyar û daxwaziyên Yekitiya Niştimanî erênî bûye.