Serokomarîya Berhem Salih sîya xwe daye ser hevdîtinên Brett McGurk ên li Herêma Kurdistana Iraqê
Piştî dijwarbûna nakokîyên di navbera Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) û Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) têkildarî posta serokomarîya Iraqê, şandîyê taybet ê serokomarê Amerîkayê dewreke nû ya gotûbêjên digel wan destpê kirîye.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan Kurdpress`ê, Brett McGurk şandîyê taybet ê serokomarê Amerîkayê di dewama hevdîtinên digel rayedarên hizbî yên Herêma Kurdistana Iraqê de şeva çûyî digel Kusret Resûl Elî alîkarê yekem ê YNK civîya.
Di civînê de herdu aliyan tekezî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê di demeke zû de kirin û ev babeta ku hikûmeta nû ya Iraqê, hikûmeta pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan bo welatiyan û pabendbûna bi destûrê jî bingeha karkirina wê be, girîng zanîn.
Brett McGurk ligel cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qubad Talebanî re jî civiya.
Li gorî agahiyan, McGurk û Qubad Talebanî di vê civînê de derbarê hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de gotûbêj kirine.
Berî ku McGurk serdana Silêmaniyê bike û bi rayedarên YNKê re bicive, li Pîrmamê bi Mesûd Barzanî serokê PDK re civiyabû û herdu aliyan di vê civînê de derbarê mijarên di rojeva Herêma Kurdistanê û Iraqê de gotûbêj kiribûn.