Îlon 16, 2018 17:57 Asia/Tehran
  • Ceifer Êminkî: Posta serokomariyê para PDK`ê ye

Cîgirê serokê Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê Ceifer Ibrahîm Êminkî ragihand, ku posta serokomarîya Iraqê para Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye û got: “Lê em amade ne bi rêkeftinê kesekî din ji bo vê postê kivş bikin.”

Ceifer Ibrahîm Êminkî li hevpeyvîna digele Kanala Rûdawê derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de got: “Em dixwazin postên serokatiyên Iraqê di zûtirîn demê de werin dagirtin. Ev yek di berjwendiya gelên Iraqê de ye û gel jî li hêviyê ye ku aliyên siyasî bi rêkeftinê van pile û payeyan destnîşan bikin.”

Êminkî da xuyakirin, ku posta serokomariya Iraqê para PDK`ê ye û diyar kir, ku digel vê yekê jî jî ew amade ne ligel YNKê yan jî aliyekî din li ser destnîşankirina serokomar li hev bikin.

Wî kivşkirina kesekî ji vê PDK ji bo posta serokoamrîya Iraqê derew zanî.

Di van raojên dawîyê de hin rapor derbarê kivşkirina Fazil Mîranî sekreterê nivîsgeha sîyasî ya PDK û Hişyar Zêbarî endamê nivîsgeha sîyasî ya vê partîyê ji bo posta serokomarîya Iraqê hatibûn weşandin.

Li gorî raporan PDK dil heye di berdêla wê yekê de ku posta serokomarîya Iraqê ber YN bikeve, hin serpişkîyan ji vê partîyê bistîne.

Çavêdr dibêjin PDK dixwaze posta parêzgarîya Kerkûkê ji YNK bistîne di berdêlê de posta serokomarîya Iraqê bispêre YNK.

Cîgirê serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku wan ji YNKê re gotine ew li dijî wê prensîbê ne ku posta serokomariyê ji bo aliyekî diyar ê Kurd be û got: “PDK`ê heta niha ti kes ji bo serokomariyê destnîşan nekiriye. Em dibêjin ew kesê bibe serokomar bila bikare vî erkî hilgire. Xwedî bernemyeke hizbî nebe û niştîmanî be. Bi armancên nîştîmanî here li Bexdayê kar bike.”

Derbarê namzetbûna Berhem Salih de jî Êminkî got: “Ew kesê diçe Bexdayê ji bo serokomariyê divê PDK sedî sed jê razî be.”